Ez Tu me, tu ez im
Em xwîn û goştek in,
Milê rastê me tu milê çepê yî.
Tu tune be ez nikarim,
Ez tune be tu nikarî,
Em tev hev bibin
Bo dew-dozekê.
Neçe, nereve,
Were li rex min,
Şa neke dijmin.
Rêya te girtî ye,
Xwar û xeter e
Qezîya li ber e.
Neke birao
Xwe neke xayin,
Derdêm gelek e.
Dijmin hat ser min,
Wê min bikuje,
Tu jî neke birao,
Destê xwe bide destê min,
Li hemberî dijmin şer bike,
Em yekin ji xwîna hevin.
Axa me yeke,
Gelê me yeke,
Em yeke,
Ala me yeke,
Dîroka me yeke,
Em ê hevin neke birao.