Û li rohelatê
Dema ko dinya hişyar dibe
...dengê.....strana azahî û serbestiyê,bila
Minâ tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me
Bilûra min
Tu yî xemravîna dilkêtiyen welât...
Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê şkeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.
Celalet Elî Bedirxan
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.