Hemd û sena û şukranî
Ji bo wî xaliqê rehmanî
Ku fesahat û beyan daye lîsanî
Lîsan daye însanî
Hindî selewat in hemî
Li Resûlê me yê ummî
Ku bûne peyrewê di wî:
"Ereb û Ecem û Kurmanc û Romî
Ji paş hemd û selewetan
Ev çend kelîme ne ji luxatan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbara Biçûkan lê danî