Puan vermedi·754 syf.····Okunma: 13 Aralık 2025 05:02 Ji xwe hewce nake ez qala şêwe û şayesandina romanê, lehengan û rêkûpêkiya rêsîna bûyeran bikim. Çewtê lehengê me, Biroyê Dengbêj, her çi qas dixwest bibe hosteyê deng û gotinan lê jiyan rê neda vê daxwaz û xewnê, nivîskarê me yê gewre Dirêj ku bûye hosteyê nivîs û vegotinê di romanê de vê hostetiya xwe çi di hevokên xwe yên xurt lê sivik, bi zimanê xwe yê ku zimanê malê ye, baş dide der.
Mesele ne ev e ji xwe ev roman heke bi vê awayê hêsan were nirxandin, ev ê bibe heqeret bo keda wî. Ji xwe, çi di navê pirtûkê çi jî bi bûyera ku hibijartiye û çi jî bi zimanê ku nivîsandiye de jî diyar dibe ku mabesta pirtûkê ew e ku em bidin pey rastî û şaşiyên xwe û wan ji hev baş veqetînin û li ser wan bifikirin. Wek tecrûbeyên neteweyî werine nirxandin û ders ji wan werin wergirtin. Şerê mîr li gel Osmaniyan(Tirkan) û paşî şerê wî yê li dijî wan û şerên Yêzdînşêr li gel Osmaniyan û paşî li dijî wan. Dîroka ku di dawiya romanê de wek dîroka ku tim dubare dibe tê nirxandin, divê bibin aqil û ders, hiş û bîr ji bo me. Wek di romanê de jî Dirêj gelek caran bi dubareyan û bi israr dibêje û gazin jê dike ku em tu carî nafikirin û aqil nagirin ji vê dîroka ku dubare dibe, di dawiyê de Dirêj bêyî ku fikirandin û tecrûbe kirina bûyerê û ders wergirtina ji romanê ji me re bihêle (ez bawer im hingê Dirêj dizane ku em ê rast nenirxînin û keda wî dê berhewa biçe) ew bi xwe ders û aqilê ku divê em ji berhemê bigirin, kite bi kite ji me re vedibêje û tim dubare dike.
Niha yanî sal 2025 e. Kes û kesayetên ku em wan nas dikin wek pêşeng jî di nav de em wek civak jî heman in. Dirêj ku di dawiya romanê de me hildida li erdê dixe heke îro binivîsanda dê dîsa ve sosretiya me ya îro ku ne me dîroka xwe nas kiriye ne me dijminên xwe nas kiriye û ne jî di asta ku em bikaribin bibêji erê baş e, xwedî li zimanê xwe derket. Ne me hingê kir ne jî em niha dikin.
Hingê eşîr hebûn niha partî û rêxistinên cûr be cûr hene, hingê mîr hebûn niha pêşengên wan partî û rêxistinan hene. Hingê kêm kes dizanibûn bixwînin û binivîsin hebûn bi cehaleta xwe de werbûyî, niha her kes dizane bixwîne û binivîse lê dûrî zimanê xwe, çanda xwe, zimanê xwe ku ne xwedî xîret in jî heta hinekî berê xwe bidine ziman, çand û dîroka xwe. Cahilên ne xwende hebûn hingê lê niha cahilên xwende. Ew qas cahil in ku hê jî ji dêvla ku Uzun, Erebê Şemo û Mem Û Zîn di serî de radibin bi tirkî dixwînin ew dîsa hay ha lê yên ku qet pirtûkek jî bi kurdî naxwînin heta dev ji axavtinê jî berdane! Cehaleta me daye qirika me ku hinek jî kir bibe em ê tê de bifetisin.
Rewşa me ya niha (2025) dişibe dema di serhilda Mîr de dema ku Biro ya Ester ji Amedê dianî Cizîrê û diçû cem Mam sefo herêma ku şer li dar bû. Yanî niha em jî di wê astê de ne. Kurd dîsan serî hildanê û Demeke dirêj e li ber xwe didin û her bi ser dikevin. Hêvî dikim ev serkeftin bi derketina yêzdînşêrekî din veneguhere ser têkçûyînek û vê carê em bi ser bikevin û ev car dîrok dubare nebe.
Yanî bi kurt û kurmancî;
Hawar, hawara Dîcleyê nîne. Bi min hawara kurdî û kurdayetiyê ye ku di dawiya romanê de Dirêj bi xwe jî vê hawarê wek nezanî, cahiltî û tunebûna hezkirina welat pênase dike.
(Pir dirêj bû yaw. Çi. Texmîn nedikir ku dê ew qas dirêj bibe. Hevalê/a/ên ku heta vê derê xwendin li qisûra min nenêrin ku mi. Ew qas dirêj kir:))