ÎRO, XELKÉ ZAXOYÊ hê jî ji bo wê taxa bavê min lê mezin bûye dibêjin mehela cihûyan, digel ku cihûyê wê yê herî dawî zêdeyî nîv. sedsal berê jê derketiye. Serkêşên siyasî yên ereb demekê ew der wek "Taxa Rizgarkirî" bi nav kirin. Lê kurdên Zaxoyê guh nedanë. Bi sedansalan cihûyan li wan kuçeyan malbat gihandine û kurd, eceleya wan tuneye van bîranînan ji holê rakin.