Ey nexweşê bêçare!
Mereq meke, sebir bike. Nexweşîna te ji bo te ne derd e; belkî bi aweyekî ji awayan derman e. Çimkî 'imir, sermayeyek e, diçe. Ku meyweya wê tune be, weke belaheq diçe. Hem gava 'imir bi rehetî û xefletê be, gelek zû diçe. Îca nexweşîn, wê sermayeya te, bi kar û qezencên mezin meywedar dike. Hem nahêle ku 'imir zû derbas bibe, bi 'imrê te digre, dirêj dike; heta ku meyweyên xwe bide, peyre wan bihêle û biçe. Ha, ev gotina pêşiyan ku li ser zar û zimanan bûye destan, îşaret dike ku 'imir, bi nexweşînê dirêj dibe: "Dema mûsîbetê gelek dirêj e, dema xweşiyê/sefayê zaf kurt dibe."