mişt dibezim mirinê, mişt
werîsê xeniqandina min ji keskesorê
Roma ye kenê min, rûyê xwe diguherîne ji min
Mekke ye dilê min,
xeyidiye êdî hew dixwaze bibîne rûyê min
keriyên min bê kûçik in
şevbihêrkên min zîval zîvalî
serê henekên min hilqetandî
û çavên mizgînên min kul
agirê min bi serî sond dixwar jî
hew di hewara min de tê
bextreşî