Li ser rastîyên jîyanê ewqas tişt tên nivîsandin û xwendin, herkes dixwîne û xwe alim û ezîz dibîne. Lê dema mijarek vebû, yek nizane ji yeke din re hurmetê bigire. Yek nizane bêje "belê ew ji min cuda difikire, xwestekên wan cuda ne tişta li ba min rast be li baw wî-wê kesî-kesê çewt e yan jî ne gora dilê wan e." Mirovên ez dibêjim zana û jîr in, dibînim ku di jîyanê de ne zana bînî tê bîra wan, ne jî dizanin hêst û û şexsîyet tiştên hêja ne. Çawe be, bi êş be jî bi xweşî be jî divê mirov bigihije van tiştan. Piçûk dixweyên lê dibin belaserî tewşî û janên mezin.