Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Tu sibat nikarin dûrbikin te Tu bahoz nikarin bîrbikin te Tu befr nikarin sar bikin te Ew e bi tenê hesreta dilê min Rojeke ji rojan serê xwe bidim ser singa rojê Hama kêliyeki û hilmekî pêrabim Bila bêhna wê dagir bike gerdûna min Da ku biherike mina rûbarekî tevahiya giyana min Ku êdi bila ez nemînim Bila ez nemînim li vê dunê Bila sibatok bipêçin termê canê min
·
1 görüntüleme
Leyla yeşil okurunun profil resmi
Ey viyan! Jına dil biheza mezra botan
sipan noyan okurunun profil resmi
Ey viyan Diherike dîrok di nav damarên hizrê te de Û her kêliyê tu, bidengê şîmşala xemgîn, qêrîna zarokên sînema amûdê dibêjî Ew bedenên ku bûne pêtên azadiyê Di her helbestê tu, niştecîhên helepçê dijî Ew laşên ku ser lorikên zarokan heliyayî Tu dibî xendeya ser lêvên zarokên Amedê Ewên pêxas, ewên hejar, ewên birçî û tiyê jiyanê Te bi kesera dilê zarokên welatê min re hûnandiye hestên xwe Te bi şîrê helalê dayîkên min re şûştiye ramanên xwe Lewma VÎYAN Lewma tu bûyî ala leyla çiyan Te xweliyê canê Leyla Qasim xwe werkir
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.