Par dête bîrim wek xewê
Ke dîbêtim pêrê şewê
Min sallêkî tazem dewê
Ke kurd beharî ber kewê
Wetenman pêy bê be gullzar
Mijde bê sall gerrayewe
Agirî newroz kirayewe
Befrî zistan tiwayewe
Giya û gull û dill jiyayewe
Nuxşeyiş bê le kurdî hejar
Gull le baxa xoy deniwênê
Bulbul be rûya dexwênê
Hewir mirwarî depirjênê
şemall zîndeganî dênê
Nêrgis mest e û çaw be xumar
Wa ferşî çîmen raxira
Gullalle bû be şewçira
Gull desteyan best wek bira
Nesrîn û lawlaw têk xira
Hatine lence seru û çinar
Bulbul şew be awatewe
Badey şewnim dexwatewe
Degirî be munacatewe
Bellku gull dem bikatewe
Em pê bikenê ew bigrî be zar
Wenewşe wek min şînpoş e
Gerdinî keç kirduwe, xamoş e
Beharî lela naxoşe (11)
Matem degirê û be peroş e
Bo kurdî bêkesî hejar
Xuwa zewî zîndû kirdewe
Temî le ser la birdewe
Kurd be dirişt û wirdewe
Destî du’ay berz kirdewe
Xuwa ewanîş bika rizgar
Agirê le ser girdî yar e
Le textgay Xuwawe diyar e
Agirî newroz û behar e
çiray rêy perwerdgar e
Le gell nûrî Tûr bû be yar
Awî ew karêze ciwane
Bêqewze û rûn û rewane
Awêney dillî kurdan e
Derman eka le tengane
Kewte kar nalley îxtiyar