Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

"Na, Kevok, na! Bibêje! Evana me nakujin, pêr nekuştin, do nekuştin, îro nakujin, ew ê sibê nekujin? Em, her û her namirin? Her roja ku em dijîn, ji mirinê kirêttir nîn e? Welatê me di bin lingan de nîn e? Zimanê me yê bav û kalan, çanda me, hebûna me ne di bin tehdîdên xedar de ne? Ew winda nabin? Ma em, ez û tu, niha bi zimanê wan napeyivin? Çima, bibêje çima? Wan em ji reh û rêçên me bi dûr nexistine? Zep û repta wan, wekî nîrê stûyê me, hertim, li ser me hilawestî nîn e?Wan cihên herî baş ên welatê me venegirtine, qesr, qonax, war, şar, ji bo xwe, ava nekirine? Em jî, li welatî xwe dîl, wekî xerîbên vî welatî, ji derve, bi tirs, bi xof, li wan nanihêrin? De bibêje na! Êdî tu behsa kîjan mirinê dikî?Tu bihesibîne ku min xwendin kuta kir, wê çi bibe? Çi biguhere? Tu tiştek, Kevok, tu tiştek..."
·
8 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.