Kemasî û jehr dibare ser hesten min û hevwelatîyên min
Bêhna mirine difire li ser asîmene me da
Tav û hêyv hedî ronahî nabarine we tariye de me re ya xwe hinda kir
Dayika min her demsal zivistane
gula dile min be av na hele, dayika min bi hestiren xwe av dide gula min
Her ronahi ya sibehe da em tevahi hesten heja defîn dikin.
Em serdana gorista nan de diyarî em bi mirinê bi destên xwe dibin
Em dest vala venagerin ew jî zedeyî bi mirine me oxir dikin
Sureten derde xwe dikişinim û bi diwaren keyfxweş dalikî nim
Gava ku ez xwe diceribînîm bikenim komkujiyên welate min tê bîra min,
Û komkuji ser keyfxweşiya min diqewime
Li ser bâne mala min keyfxweşiye em ziva dikin
Û keyfxweşiyen ziva pêşkêşî mêvanên ku tên mala me dikin.
(Nivîskar: Boran Deniz)