Bêguman ewilînê edebiyatê ji êşan diwelide û hê bi dû re ew edebîyat xeşik dibe û dibe edebiyata xweşbîniyê. Her wiha êş bi jiyana jinê dest pê dike û li mirovahî û gerdûna hiş belav dibe.
Jin! Maka jiyanê ye, jiyan ji nav rana jinê der dikeve holê û bi destê jinê tê honandin. Wekî her warî huner û wêje jî bi êşa jinê û bi honandina jinê xwe dide der. Çawa ku wêjeya nivîskî bi pênûsa jinê (Mensûre Erdelanî) dest pê kiriye her wiha ez bawer im wêjeya devkî jî bi gotina jinê dest pê kiriye, çimkî berî her tiştî jin hebû.
Me got jin maka jiyanê ne, maka ferheng û zanîna min jî ji dê û pîra min û çend jinên di jiyana min de xwedî çandek dewlemend in. Ev jin bi gotinên xwe yên entîke û stran û xeberoşkên (çîrçîrok) xwe bûn bingeha çanda wêjeya me.
Jixwe birêz Yasemîn Elban jî bi nivîsa xeberoşkan ji bo zarokên kurd bû dê/pîr.
Jinên kurd jî bi rêveberîya Yasemîn Elbanê projeyeke nûh (20 jin 20 çîrok "Antolojîya êşên jinan") dan pey diya wêjekar û nivîskar Mensûre Erdelanî û ji bo êşên xwe, êşên jinan bînin ziman pênûsên xwe livandin û wekî pirtûk di Weşanên Na de weşandin.
Di vê projeyê de mijarên serhildêriya jinê ya li hember mêr, protestoya çanda baviksalarî, evîn, rewşa jinên êşkêş, rewşa civaka bi destê mêr hatiye qirêj kirin hatine nivîsandin.
Tiştên balkêş û taybetiyên din yên vê projeyê/pirtûkê jî ev in;
1) Em di vê projeyê de portreyên nivîskarên cur bi cur dibînin, wekî nivîskarên bi dehan sala ne dinivîsin yên nûh dest bi nivîsê jî kirine hene. Ev nîşaneya welûdbûna edebiyata kurdî ye.
2) Di vê pirtûkê de 18 çîrokên kurmancî, yek soranî, yek jî kirmanckî/zazakî heye, ev jî nîşan dide ku projeyek pirzaravayî ye.
3) Em di vê pirtûkê de lîqayê jinên nivîskar yên ji bakur, başûr, rojava û yên dîasporayê dibin ev jî dide nîşan ku amadekarên vê pirtûkê ji bo