Kurtasî ya pirtûka
ÎSLAMÎZM DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ ya
Kamal SOLEIMANI
DESTPÊK
Di DÎROKNUSÎYÊN FERMÎ DE ÎMAJA KURD
• Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Kurdî / Nursî û yên wek wan divê wek islamist neyên kategorizekirin.
• Ne Ubeydulah ne Şêx Seîd daxwaza pergala xelifetiyê dikirin. • Gelek ji siyasetên modernîzekirin û navendîkirinê ku ji aliyê dewleta osmani ve hatin meşandin paşê ji aliyê qaçaran ve jî hatin meşandin.
•
Li Tirkiyeyê pirsa Kurd piranî di nav têgehên paşdemayîbûn, dîndarî û eşîrîbûna Kurdan de hat nîqaşkirin û wek paşdemayîbûna herêmî û neserkeftîbûna medenîkirin û entegrekirina bi aboriya neteweyî û bazarê hate nîşandan.
• Çaxê desthilata mêtinger hebûn an nasnameya bindestan ji nû ve çêdikin, ew jinûveçêkirina pêk tê realîteya bindestan temsil nake lê wê çeloxwarî dike.
• Koma bindest bi awayekî ku însaniyeta wan xuya neke û sûcên koma serdest bê rewakirin tên temsîlkirin.
• Esasê rizgarîya neteweyekê ne ya neteweyî ye lê perwerdehî ye. Mifteya perwerdehiyê ziman e. • Bi qewlê Houston, bi vî awayî wan armanc dikirin zimanên ne-serdest têxin halê "heteroglossia (pirzimanî)" ku bi wan zimanan êdî nikare bê fikirîn an "texeyulkirin.
• Dîrokên fermî ji kuştin û talankirinê pê ve qala tiştekî wî nakin • Tê gotin li Silêmaniyê Şêx Mehmûd Berzencî kopiyek 14 Madeyên Wilson her tim bi xwe re digerand û bo daxwaza serxwebûna Kurd rewa bike ew wek referans nîşan dida.
• Di sala 1920î de, heftê û pênc endamên Kurd hebûn ku wek Kurdistan Mebusları dihatin zanîn di nav mebûsên osmanî yên di parlamentoyê de. Serokê parlamentoyê Seyid Abdulqadir, kurê Şêx Ubeydulahê Nehri bû.
• Di 1922yan de ev rewş ji hundir ve û navneteweyî ve guherî û ji bo Kurdan xirab ket. • Kemalîstan qewlên xwe yî dabûn Kurdan neanîn cî û heta di sala 1924an de axaftina bi Kurdî qedexe