Ey ciwanê Kurd ! Ey kurê milletê ciwanmerd ku te zilma sedsalan rakiriye, guh bide min!
Dema ji bo mirovahiyê şeveq hilhat, tîrêjên wê yên pêşî li eniya nijada te ya serbilind da. Ew nijada tu jê çêbûye, ji derya Hindê heta bi Qafqasan, ji keviyên rojhilat ên Asya piçûk heta bi Asya Navîn li çiya û zozanên bilind ên bi tavik e.
Dîroka te, dîrokeke domdar a destanên qehramaniyê ye. Ji ber ku tu zarokê milletekî yê ku ji çil sedsalî zêdetir e, ji bo hebûneke azad û bi namûs şer dike û îro jî ji vî şerî bêzar nebûye, xwe nade baş.
Li ser me hemûyan deyne, em jiyana Kurdan a doh û îro ya bi firtone û barozan tijî bizanibin, çavkaniya êşên kişandine û sedemên feleketên bi serê wan de hatine nas bikin û dekûdolabên dîrokê li serê wan gerandine bi jîrî hûrbikolin.
Ji bo hebûna xwe biparêze û ji bo mayîna xwe bergiryê bike, ti milletî bi qasî me nikarîbû ye demdirêj û domdar şer bike.
Di dîroka me ya dûrûdirêj de ti hêzê nikaribû binketinê bi me bide qebûlkirin. Serê Kurd, mîna çiyayên wî yên herî bilind her tim berz bû û li ber ti dagirkerî xwe xwar nekiriye. Heqîqeta jiyan û mana Kurdan ev e, û îro jî heqîqeta Kurd li ser riya wê ne, ev e. Ji ber ku Kurdan dev ji berxwedana man û nemanê bernedane, binketin qebûl nekirin, biryar dane di nava refên milletên cîhanê de bimînin. Kurd ew milet in ku dixwazin bijîn û dizanin ji bo jiyanê bimirin.
Ey keça Kurd, Ey xortê Kurd, divê haya dinyayê ji vê biryara te hebe!
Her hebûna dixwaze bijî divê şer bike, li ber xwe bide.
Her milletê dixwaze li ser rûyê dinyayê cihekî xwe hebe divê bicenge.
Ev pîvaneke xwezayê ye, naguhere. Di cîhana kîmyewî, nebatî û heywanî de ev qanûneke dijwar a hebûnê ye; şer û berxwedan!
Ev qanûn ji bo mirovan hê dijwar e. Nijad cinawirê dirrinde yê nijadan e. Millet ê milletan û mirov jî yê mirovan