Gava ku me DYKD fesih kir û DDKD damezirand, min serokatî nexwest, hevalekî din bû serok, lê şeş mehan îdare kir, paşê ez mecbûr mam ku cardin bibim serokê komelê. Ev nakokî di nav heş û realîteyê de ye, heş û daxwaza me helwesteke hîn modern heta komunîst bû, di fahmê me yê komunîst de kolektifi hîn li pêş bû, lê realîteya me ne li gor vî heşê me bû. Çanda kadro û welatê me û ev fahm dûrî hev bûn, nakokî di nav wan de hebû. Ji ber vê nakokîyê her çiqas me hewl dida jî, em li realîteyê diqewimîn, realîte li pêşîya me dibû asteng. Hek ne wisa bûya, divya ez nebûma serokê DDKDê, sedema ku min nedixwest ez bibim serok jî ev bû; madem ku em ê bibin komunîst, divê haya me ji koka me ya çînî jî hebe, min dixwest ku hevaleki bikoka xwe karker bibe serok, ji çepên Tirkîyê jî hin rexne dimpin, digotin ku serokê komelê lawê axayekî ye. Me dixwest realite ne li gora vì heşî be, gavavetin zehmet e, hek tu gaveke realitesiyê li van rexneyan jî bigirin, sedemek jê jî ev bû. Lê hek di pêşîya realîtê de bî, baş e, lê hek tu çend gavan di pêşîyê de bi, realite nig davêje ber te û tu dihilkumî, tu nikanî li gora heşe xwe bimeşî û ji mecbûrî teslîmî realîteyê dibî. Di sala 1977an de li komelê me civînek çêkir, min xwe û hevalên xwe rexne kir û me biryar da ku em bi konsepteke nuh bixebitin. Argumentên wê kondeptê ev bûn: em ji hedefên
xwe dûr in, divê em xwe ji hedefên xwe re amade bikin. Hek tu ne derdoreke komunist bî, te mekanizmayên komunîst saz nekiribîn û tu bibêjî ku ez komunîst im, tu ji komunîstîyê dûr dikevî. Lê hek tu rasteqînîya xwe bibînî, nas bikî, erê bì nêt, xwestin û raman ez komunist im, lê ez hîn ne di wê çapê de me ku kanibim partîyeke komunîst ava bikim, divê ez xwe ji vê hedefê re amade bikim. Hek tu biryareke wisa bidî û li gora wê xwe amade bikî, tu yê hîn zû