Min davêt ser milê xwe barê derdan û xeman
Min rê girt û ez meşîyam ketibum devê çeman
Dil û hinavêm helîya rih min nema
Çavên ziha bun ji girî av lê neman
Koçan bar kir ez mam e li waran
Ne gazî û ne qêrîn ne fîgan û hewar e
Ez mam bê xwedan bê hogir û heval e
Bê bext felek te ez dur kirim ji yar a,
Bi xwedê ez dizanim tu jî ji min xirabtir î
Dilê te min jî bir nake tuyî xwezîya vî dilî
Hinavên te ferîşîn tu jî ji min xirabtir î
Xwezî te ditiba hîn ez sax û ne mirî..