Ho xort!
Xortê Kurd,
Pêşengê xebat,
Hêviya welat,
Kurrê bav û dê
Ji bo azadî,
Ji bo serbestî,
Bi șev û bi roj,
Me divê xebat,
Heval ù hevrê,
Azadî, bi dürketine..
Beri her tiştî, ji her ramanek,
Ku me bi dûrxe
ji armanca me.
Dilê xwe êşand
Wi li ser beşer
Digot: ji bo çi
Bûn hevalê şerr?
Dema ku şerr tê
Tev de dirrevin
Holê deverrû
Nexûn dikevin.
Mixabin!
Çi kirêt!
Seri datinin
Bê şerm û fihêt...