Heydo ji boyi ku têkeve kar serî li saziyê dabû. Saziyê (kurum) hinek ewraq jê xwestin, di nav wan de heşt heb wêneyên (resîm) vesîqeyê (vesikalık) jî hebûn. Bes Heydo nedizani ka wêneyên wesîqayê çi ne. Tê pirsa xwe ji Çeto dike. Çeto jêre dibêje:
- Tişta ez dizanim wêneyê wesiqeyê ew wêneyê ku nîvê bejna mirov digre. Tu çalekê li vir bikole ez ê herim makîneya wêneyan binim. Wêneyê te bigrim, tu dê bidî wan.
Heydo dest bi kolandina çalê dike. Çeto jî diçe da makîneya wêneyan bêne.
Dema Çeto vedigere dibîne ku Heydo 8 çal kolandine. Çeto:
- Kuro Heydo! Ev çî ye? Te çima heşt heb çal kolandine?
- E, ne heşt heb wêne pêwist in, loma!
- Kuro wele tu ker î, ji xwe min heşt heb makîneyên wêneyan anibûn.