Xwe nasbike!
Puan vermedi
Dema ku min cara yekem pirtûk wergirt, min guman kir ku ez ê di şerê azadiyê de rastî lehengekî birûmet lê bêrûtbe bêm. Lê gava min xwendina xwe qedand, guhertina civaka me, têkçûna nifşê xwe û têkoşîna ji bo jiyanê min hîs kir. Roman bi taybetî li ser koçberîya navxweyî, windabûna nasnameyê û veguherîna têkiliyên malbatî dirawestê; di heman demê de jî trajedîya mirovî, têkçûna ruhanî û şertên ku mirovan di nav pergela ke tund de diguherîne vedikole. Ev berhem li ser rêwîtiya Besri û malbata wî ye, ku piştî heft salan vedigerin gundê xwe yê li herêma Sêrtê/ Dihê- Erûh, ji bo cejnê û dîtina xizmên xwe. Di rê de, ew derbasî deverên dîrokî dibin: Cîhê şerê Emerê Filitê Qito (Dengbêj Aydın), deşta Reşkotan û Elikan, Cemîlê Çeto, Newala Qesaban. Besri bi kurmetê xwe Zeyd re behsa paşeroj, zilmên berê û guhertinên li herêmê dike. Gava digihîjin gund, ew bi xizmên xwe re dicivin, cejnê pîroz dikin, li deverên kevn digerin û bîranînên zaroktiya xwe vedibêjin. Di nav çîrokê de, cihê gundê kevnar, guhertinên jiyanê, têkiliyên mirovan û hestên bîranînê û xwestina vegerê li kokê cihê sereke digirin. Ji bo Besri cihên ku lê mezin bûye, gund û malbat girîng e. Ew dixwaze zarokên wî jî vî cihî bibînin û fêm bikin ku ji ku derê tên. Berhem nîşan dide ku çawa gund û jiyana mirovan bi demê re hatiye guherandin. Berê mirov bi ker a diçûn, niha bi ereba; berê gund tijî zarok bû, niha pîr zêde ne û ciwan diçin bajaran. Gelek caran behsa demên berê tê kirin, ev yek hestên hesret û hezkirina ji bo rojên borî diafirîne. Dema çûbun bajar; nabeyna Besrî û malbata wî ne baş e. Li hemberî bavê xwe û diya xwe hestê ne baş hîs dike. Aliyên herî xurt ê romanê zimanê wî ye; bi zimanekî zelal, hêsan, germ, rast li carinan tûj; zimanekî sade lê herîkbar hatiye nivîsandin. Gotûbêjên
Generalê BêrûtbeÇetin Lodi · Nando Yayınları · 20250 okunma
Ji bo dîroka mirovahiyê nerîne ke nû!
Puan vermedi
Dîroka Veşartî ya Jinan – Sheila Rowbotham Ev pirtûk, yek ji berhemên herî girîng ên dîroknasîya femînîstî ye, ku di sala 1972’an de hatîye weşandin û niha jî wekî çavkanîya bingehîn tê hesibandin. Nivîskar Sheila Rowbotham, di vê xebatê de, 300 salên dawî yên dîroka Brîtanyayê dinirxîne û cih, rol û têkoşînên jinan di nav pêvajoyên aborî, civakî û siyasî de derdixe holê, yanî yên ku heta wê demê di dîrokê de hatibûn paşguhkirin an jî veşartin. Rowbotham nîşan dide ku çawa pêşketina kapîtalîzmê, guherîna avahîya malbatê, dabeşkirina kar û desthilatdariya baviksalarî, bi hev re cihê jinan di civakê de diyar kirine. Ew îspat dike ku bindestbûna jinan ne rewşek xwezayî ye, lê encama guherînên dîrokî ye: -Di serdema destpêka kapîtalîzmê de, jin ji karên kêrhatî hatin dûrxistin, karên wan wekî “nekar” hatin binavkirin û nirxê wan kêm hatîye dîtin. - Têkoşînên jinan ji bo mafên xwe “mafê dengdanê, mafê xwendinê, mafê kar û mûçeyek wekhev, mafê kontrolkirina jiyana xwe ya zayendî” bi berfirehî têne şîrove kirin. - Têkiliya di navbera çîna civakî û rewşa jinan de jî bi zelalî tê vekolîn: rewşa jina karker û jina çîna navîn her çend cûda be jî, herdu di bin bandora desthilatdariya mêran de bûn. Nivîskar bi zelalî û zimanekî hêsan, lê kûr, nîşan dide ku jin ne tenê mexdûrên dîrokê bûn, lê di her qonaxê de li hemberî vê rewşê berxwedanî kirine û guherînên mezin bi dest xistine. *Yekem xebatên ku dîrokê ji çavê jinan dinirxîne û valahiyek mezin di dîroknasiyê de tije dike. * Têkiliya di navbera pergala aborî û rewşa jinan de bi awayekî rast derdixe holê. * Ne tenê ji bo zanyaran, lê ji bo her xwendevanekî jî têgihîştî ye. * Ev pirtûk bingeha tevgerên femînîstî yên paşerojê danîye û li ser gelek lêkolînên din bandor kirîye. *Piraniya naverok li ser Brîtanyayê ye; rewşa jinan li
Kadının Gizlenmiş TarihiSheila Rowbotham · Payel Yayınları · 201111 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Puan vermedi·128 syf.··
2026 3. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 01 Nisan 2026 16:29
Zarokên Li Ber Tevna Mehfûrê, kitêba çîrokan ya edebiyata farisî ye ku ji hêla Hûşengê Moradîyê Kirmanî ve hatiye nivîsandin. Berhem xwedî 2 çîrokan e: Nimiko; Rizo, Esedo, Xecîce. Ev berhem ji alîyê Mamoste Kenan Subaşı ve ji farisî bo kurmancî hatiye wergerandin. Wergereka bi çêj û serkeftî ye bi rastî jî. Mirov dibêje qey bi kurmancî hatiye nivîsandin û naveroka çîrokan ji gundên Kurdistanê der bûye. Her du çîrok jî di nav xwe da gelek keresteyên folklorîk yên wekî gotinên pêşîyan, biwêj, nifir, dia û ayînên kevnare dihewînin. Hûn dê bibînin ku nivîskêr çiqasî xwedî paşxaneyaka dewlemend ya devkî ye û di qada edebiyata modern da jêhatî ye. Subaşı, aniha li zanîngeha Mardin Artukluyê dersên Folklora Kurdî û Edebiyata Kurdî ya Zarokan dide. Wî ev berhem wekî sparteka vîzeyê spart me û em jî dê analîz, rexne û nirxandinên xwe li ser vê berhemê bikin.
Zaroken li ber Tevna MehfureHuşenge Moradiye Kirmani · Nubihar Yayınları · 20222 okunma
Rojnivîskên Rojnedîtyan
Puan vermedi·160 syf.··
2026 5. kitabı
·
23 günde okudu
·
Okunma: 24 Ocak 2026 11:54
Wekî her carê, îcar jî em di nava agir da ne û ji xeynî me ti dostên me nîn e, ji aliyê hestiyariyê va em xurt bin jî ji hêla dîplomasiyê va em sist û bê tevdîr in. Hêvî dikim ev bobelata dawiyê ji me ra bibe derseke qewîn, qet nebe di nava ewqas sedsalan da em vê sedsalê ji xwe ra bikin derfet da ku êdî xelk ji pişta me nexwe û bi me nekene. Ev pirtûka li ber destê me ji rojnivîskan pêk tê ku di navbera salên 1985-1999î da hatiye nivîsandin. Herçî min nas dikin dizanin ku ez ji cureyên wek name, rojnivîsk, bîranîn û hwd gelekî hez dikim. Ji ber wê min bi meraq dest pê kir û bi kêfxweşî bir heta serî. Bi kêfxweşî û ewqas jî bi xemgînî.. Zinarê Xamo serpêhatiyên xwe yên li sirgûnê roj bi roj, yek bi yek qeyd kiriye. Li diyasporayê çawa jiyaye, ji bo kurdî çi xebat kiriye, bi kîjan kurdên li Ewropayê ra daye û standiye, beşdarî kîjan bernameyên edebî û siyasî bûye û gelek tiştên din bi hûrik hûrik vegotiye. Wexta min serpêhatiyên salên 80yî dixwend min digot çi ecêb e ez hîn nehatime dinê, nivîskar van bûyeran qeyd kiriye. Ez hîn ji diya xwe ra nebûme filan bûyer hatine serê kurdan an jî kurdan li filan derê bername û çalakî li dar xistine. Ji wan rojan ta îro zêde tiştek neguheriye.. Wan salan jî kurdan ji destê dewletê, ji destê partî û serokan gelekî kişandiye, îro jî heman tiştî dibîne û dikêşîne. Kêfxweş im ku min Zinarê Xamo ji nêz va nas kir, bûm şirîka serpêhatiyên wî. Berhemên bi vî rengî hêja ne û divê zêdetir bibin. Lewra ew di heman demê da belgeyên dîrokî ne, çavkanî ne ji pêşeroja me ra. Weşanxaneyên wek Pallê divê zêdetir bin û vî barî bêtir hilgirin ser milên xwe. Li gel ewqas êş û kederan tiştên xweş jî diqewimin, berxwedan tekane rê ye, xebat û xîret her berdewam e; ruhê yekîtî û netewebûnê her zindî ye di nav me kurdan da. Em ji mirinê mezintir in.
Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999)Zinarê Xamo · Pall Weşan · 202414 okunma
Windahî û têkoşîna gelekî
Puan vermedi
Gurê Manco ya Sadiq Ûskan. Pirtuk 435 rûpele û ji weşanxana Wardoz ê hatiye çapkirin. Leheng/ Karakter: Karakterên romanê bi aliyên xwe yên civakî û derûnî de gelekî balkeşên. Berî her tiştî, Kesuma kesayetiyek e ku bi kesayetiya xwe ya bihêz derdikeve pêş xwendekara. Di demên cuda de bi navên cuda gazî wê kirine; Mayda - Nofa – Maya; wê di temenê xwe yê zarotiyê de di komkujiya Ermeniyan de malbata xwe winda kiriye, lê bi saya bedewiya xwe ew xilas bû ye. Malbata ku ew ji xwere biriye di dema xelayê de bi kîsek mevîj firotine. Dawiyê ê ku Kesûma kirîye, ew li hember doza xwînê radestî malbateke din kiriye. Kesûma pir rastî zilm û zorê hatiye. Paşê, kurê xwe Mirad li dû xwe dihilê û bi evîndarê xwe Hadî re direvê binxetê. Lê ji ber ku nikarin li wir xwe bi cih bikên, ti ne gundê Guhbende bi cih dibin. Êşên Kesûma ew bi hêz kiriye. Ew bijîşk û rêberê gund e. Gundî bê erêkirina wê ti biryaran nadin û li ser her mijarê gotina wê li ber çavan digirin. Kesûma ne tenê aqilmendê gund e, lê di heman demê de çalakvanê gund e jî. Di rûpela 196 an de ‘Keran bi guh nekin!’ û rûpela 227 an de ‘Mirêka însan peywa devê wî ye’ ev hevok karakteran eşkere dikin. Dema ku gurê manco tê gund Kesûma nêzî 60-65 sal emr jiyaye. Karakterê din ê girîng Pipo/Kinyaz e. Ew bi awayekî bi zurna xwe ve girêdayî ye. Ew gelek caran hewl dide ku bi mîzahê li hember dijwarîyên jiyanê ser bikeve. Dema ku ew bi Kesuma re şerabê vedixwe, ew dibe fîlozofek! Di rûpela 174 an de ‘ … Însan ha di bin avê da ha li ser rûyê dinyayê be, eynî ye. Doza giran ev e ku însan xwe bi qirşikekî bigirê û nehilê bifetise. Min xwe çeng kir darê zirneyê û pif kire.’ Ev hevok bi awayekî lêgerîna aîdiyetê ya karakter nîşan dide. Di xew de jî, bi xurxurîna xwe kesên li dora xwe aciz dike. Bi taybetî ew û sofiyan li hevdû nakin;
Gurê MancoSadık Üskan · Wardoz Yayınları · 20246 okunma
Dengbêji
10/10
·184 syf.··
Beğendi
·
2025 13. kitabı
Berî her tiştî divê ez sipasyên xwe nivîskar Mahmut beğik bikim ku li ser Dengbêj Reso(Resoyê gopalan an jî bi navê Resoyê muhacir tê nasîn) lêkolîneke wiha berfireh kirye. Em dikarin bibêjin ku, dengbêjî asteke wisa ye ku tenê aîdî Kurda ye. Ji ber wê jî cihê Dengbêj Reso di vir de cûda ye. Ev pirtûk berhemeke gelekî berfireh e û lêkolîneke baş e li ser dengbêj Reso hatiye kirin. Di nava pirtûkê de behsa jiyana dengbêj Reso tê kirin,dengbêj Reso jiyaneke gelekî zor û zehmet,xizan û bijan dîtîye. Li gorî hin kesan şahê dengbêjan tê nasîn lê dibe ku jî ev mijareke niqaşî ye!.. Dengbêj Reso ji aliyê dengbêjêyê ve gelekî xurt bûye û ji Evdalê Zeynikê jî perwerde dîtiye. Lê ew wê demê gelekî piçûk bûye baş nayê zanîn tiştekî wisa heye an tuneye. Lê di pirtûkê de dibêje dema hê zarok bûye ji jina Evdalê Zeynikê Gûlê re jî kilam gotiye!, hê wê demê Reso bala Gulê kişandiye ser xwe,em dibînin ku dengbêj Reso ji hêla dengbêjêyê ve di nava asteke mezin de bûye. Di heman demê de jî nêrînên hin dengbêjan li ser dengbêj Reso heye,yek Ji wan Dengbêjan jî Dengbêj Şakiro ye!,ez dixwazim wan gotinên ku Şakiro anîye ziman parve bikim, Şakiro di hevpeyvînekê de wuha behsa Reso dike û dibêje:"Ez dilşikestî me. Kurd qedrê dengbêjan nizanin û li nirxên xwe jî xwedî dernakevin. Li Tirkan binêrin! Yek Aşiq Weyselekî wan hebû û lê xwedî derketin. Wî bi hemû cîhanê dan nasîn. Lê Resoyê me yê dengbêj jî hebû. Ez çawa wî ji te re bînim ziman, ew mamosteyê me hemûyan bû. Mixabin me wî ji birçîna kuşt. Ka ji min re bibêje ez çawa derê dîwana dilê xwe yê birîndar ji te re vekim û bi te re biaxifim!" Nivîskar di vê berhema xwe de li ser kilamên Reso jî sekiniye û lêkolîneke fireh jî kirye. Di nava van kilaman de, navê kesên ku derbas dibe nivîskar ev kesana bi awayekî baş ji me re rave kiriye,
Kurdî
Şahe Dengbejan ResoMahmut Beğik · Nubihar Yayınları · 20186 okunma