Di şefeqa sibeheke sar de
Min baskên xwe da bayên tuj
Çend hêvî rijand çemên Dîjleyê?
Ji ber ku bigêhînin te
Û di aso ên xeyalên xwe de
Min evîna te xemiland
Ji ber ku evîna te
Sedema jiyandina min a pêşerojê ye
Yarabbi şikir Başûr ê Kurdîstanê heye go Xwedê neke tine bû ya , em hemû naha zû da dîn bibûn em dîn nebûna jî emê bê hêvî bûnê û ji kerba xaînan ji xwe ji dil diçûn .
Li Zaxo ( Rojên şal û şepik ) Kurd carek dîsa nîşan da hê hêvîyên me geş e û daxaza dilê me yeke .
Rojek tehl û rojek şêrîn
Demek xem û demek şadî
Wexte kî barê giran û wexte kî barê sivik
Şevek dil bi êş û şeve kî dil bi şahî
Xewnek bi tirs û derew û xewnek bi hêvî û bawerî
Jîyanek tirş û tehl û jîyanek bûka baranê
Dinyayek pûç û vala û dinyayek tijî û giran buha
Mirovê şaş û mirovê rast
Hêstên vala û gotinên wek bûka xemilî
Rihê tarî û rihê linoey ronahîya xwe
Dawî mejîyên tevşo mevşo