Ewên dibêjin xîlafet heqê Hz. Elî bu mafdar iñ gelo?
Lewra digel ku ew îddîa dikin ku fewqelade ji Hz. Elî hez dikin jî, wî kêm dibînin. Li gorî mezhebê wan Hz. Elî xwediyê exlaqekî nebaş e, xirabî kiriye. Ew dibêjin: “Hz. Ebûbekir û Umer (r.e.) neheq bûn, ji ber vê Hz. Elî (r.e.) fikrê xwe mîna yê wan nîşan daye, ango teqiyye kiriye. Yanî ji wan tirsiyaye û riyakarî kiriye.” Qehremanekî Îslamê ku bûye xwediyê pênasa “Esedullah”[Şêrê Xwedê] û qumandar û rêberê rastan e; vêca qey jêhezkirin e ku mirov rabe jê re bibêje; wî riyakarî kiriye û tirsiyaye; xwe bi kesên ku ji wan hez nekiriye, çêkiriye; zêdeyî bîst salan ji ber tirsonekiyê xwe mîna wan nîşan daye û li pey neheqan çûye?    Bêguman ev ne hezkirin e. Hz. Elî ji hezkirineke weha bêrî ye. Mehzebê ehlê heq bi tu rengî Hz. Elî (r.e.) piçûk nabînin û wî bi kirina exlaqê nebaş gumanbar nakin. Ehlê heq ji mêrxasekî wisa mêr re nabêjin ku tirsonek e, dibêjin: “Eger li gorî Hz. Elî, xelîfeyên raşidîn neheq bûna, ew deqîqeyeke tenê jî li pey wan nediçû û ew nas nedikirin. Naxwe wî ew li ser heqiyê û layiqtirê xelîfetiyê dîtine, loma jî wî ked û mêraniya xwe di rêya heqperestiyê de teslîm kiriye.”
Sayfa 452
Kurdî