Selim Berekat jî mîna Yaşar Kemal kurd e, lêbelê bi zimanê xwe nenivîsiye, çawa ku yaşar Kemal bi tirkî nivîsandiye Selîm Berekat jî bi erebî nivîsandiye, lê mejî û dil her kurd bûye. Perik ji aliyê Jan Dost ve ji erebî bo Kurmancî hatiye wergerandin. Mijar hebek tevlihev e, lê xweş e. Hemdî Azad, Mem Azad, Mirovê Mezin lehengên sereke yên romanê ne
kevoka min
nedihiştin
tu li esmanên xwe
bi per û baskên xwe azad bifirî
têl û dîwarên çargoşe ji bo te hatibûn amadekirin...
kevoka min
nedixwestin
tu bi can û awaza xwe azad bijî
çek û tifingên xwe ji bo te diteqandin...
kevoka min
tu canê min î
tu dilê min î
nekeve kemînê
gurên har nabin bira…
Occo MAHABAD
Cegerxwîn -
Agirê Evîndarî
şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo
Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na
Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye?
Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na
Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?
Ahî dema destê wî l’bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî
Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?
gava ez diçûm
niviştek çêkirîbû
diya min ji bo min
sê nanê firnê qewl krîbû
ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista
lêvilkên wê diricifîn
çavikên wê diperpitîn
ku ez vegeriyama
êvar bû
hemoyê biçûk î boyaxçî
li quncikê meydana mezin
li nav dilê bajarê şamê
serê westiyayî tewandibû
wek firça nav destê xwe
laşê xweyê zirav bilez bilez
dihejand.