Dil niha bûye cihê evînê
Cihekî vala divê ku rûnê
Şahê evînê hema wisa hat
Aqil winda bû dema wisa hat
Beden û mejî sewda û giyan
Evînê hemî birin bi talan
Can û ceger û dil û hinavan
Dest û ser û pê û pişt û çavan
Bi Xwedê ji wan yek nema rihet
Ew tev de bûne bêhêz û taqet