Her nivîskar xwe dinivîse...
Helîm Yusuf nivîskarekê serkeftî ye. Wê hêja gelek berhemên serkeftî binivîse. Rêvîtiya te a nivîsê vekirî be Helîm Yusuf...
Min xweziya xwe bi halê her kesî dianî. Li derdora min her kes bi awayê ku dixwest dijîya, li cem min tiştekî şikestî di giyanê min de hebû ku nedihişt ez xweşik bijîm. Ew tişt çi bû, min jî baş nizanîbû. Tiştekî wisa tîr û bi êş xwe berdida hinavên min. Birîneke kûr û vekirî bû. Carinan êş nedima, min ew birîn jî ji bîr dikir. Pirê caran jî hema te dît ku ew birîn vebû û êşeke xedar dîsa dest pê kir. Ji vê birînê re ne derman hebû, ne jî ji ber xwe ve rehet dibû.
Hezkirin balindeyekî reş î mezin e û li serê çiyayên dil her gav bilind û bilind difire. Her baskek di deste aliyekî, keseki de ye û ji bilî her du kesan tu hez, tu tişt, nikare wî balindeyî ji jor bîne xware. Jinek tê û binê her du baskan dide ber kêran. Ji jor ve balinde tê xwarê û birîndar dibe. Jin bixwaze ji nexwaze jî wê balinde nemire. Dibe ku baskên wî bişken, dibe ku nikilê wî jêbibin, dibe ku perîkan pêve nehêlin, lê wê rojek bê û disa ew balinde vegere nav şînayiya ezmên û wê di ser wan çiyayên bilind re bifire.
Vî welatê min ê nû, ji bilî rûmetê, her tişt da min. Her ku min xwe ji bîr dikir û dixwest xwe qanih bikim ku ez şaş im, bûyerek dihat û dîsa ev rastiya tal dianî bîra min:
-Welatê mirov rûmeta mirov e. Kesê welatê xwe ji dest dide rûmeta xwe jî ji dest dide.
Bêdengiyeke pîr, rûqermiçî, çilmisî, derengmayî û pişt xûz, serdest bû. Ez bi xwe hisiyam ku ez ji xwe perçe dibim û dibim du kes. Kesek ji wan ez bi xwe me, kesê din jî ew ê niha ji nav kincên min derkeve û bûbe yekî din.
Bi tenê mina pîzotekî ku ji ariya xwe biqehire û ber bi avekê ve bigindire, ez jî bi heman germayî, poşmanî û xemgîniye ber bi qedera xwe ya bi agir dorpêçkirî ve digindirîm.
Sermayekê ez girtim, ricfeke xurt kete hinavên min û min nema karîbû rê li ber qêrîneke kûr û dirêj di hundirê xwe de bigirim. Min kir qêrîn û ez giriyam. Dilê min hemêza dayikekê dixwest. Min nizanîbû ne bi halê xwe digrîm, ne jî êş min bi zorê bi girî vedike.
Balinde nikare bi baskên ji kaxet û terîşan bifire, wisa jî bask ku hatin jêkirin, wê careke din şîn neyên. Welatê mirov her du baskên mirov in lawê xalê min. Ev ne siloganeke ku mirov di meşan de biavêje, ne jî helbestek e. Ev rastiyeke ku tê de dijîm lawê xalê min. Tu têgihiştî?