Agir û Pirûsk sözleri ve alıntılarını, Agir û Pirûsk kitap alıntılarını, Agir û Pirûsk en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Kurdino, merdino pir xweş e serxwebûn,
Em demên tar û teng ko me dîn vane çûn.
Dest bidin hev hemî pêş kevin em hemî,
Da biçin bo welat yan mirin yan felat.
Ger bi hev re ranebin em wek pilingan serbilind,
Pêş ve naçin em bi carek, xurtî û azadî çû
Tev de rabin wek bira bin, dest bidin şûr û tiving.
Kurdino rabin hey hewar e, xakî kurd û madî çû.
Ey kurd tu çiman wisan dinalî
Axîn û keser ji herdu alî
Bextê te reşe ji rengê bilbil
Herdem digerî li xunceya gul
Doza te gulek ne wek gulaye
Lewra te li pêşî bilbilaye
Bexçê ku li nave ew gula zer
Bazên di belek li ser dikin şer
Ew bûne xwedî tu dergevanî
Ew jê diçinin tu bexçevanî
Ew jê didizin hero gulên zer
Ew lê dicivin te jê dikin der
Bê şûr û kemend û gurz û mertal
Bê şah û sera û tac û bê mal
Bê bav û mirov û ap û pismam
Rokê te ji bexçê xwe nekir tam
Nabî demekê bi top û xencer
Rabî û digel te kom û leşker
Îro roja xwendevana , kurdên hêja xortên zana
Roja mêran , roja şêran roj kurd û pehlewana
Doza me serxwbûn yekîtî û pêşveçûn
Bilindî û zanebûn rabin ser xwe kirdino
Rabin îro roja me hat yek deng yek dil biçne welat
Bigrin gund û şar û kelat herdem dive bo me felat
Doza me serxwbûn yekîtî û pêşveçûn
Bilindî û zanebûn rabin ser xwe kirdino
Em ta kengî razin hemî bindest bijîn em herdemî
Lawên Guhderz nevyên Çopîn rabin îro tev Rustemî
Doza me serxwbûn yekîtî û pêşveçûn
Bilindî û zanebûn rabin ser xwe kirdino
Em hemî kurd û ziman kurmancî ye
Kê diye ku milletek çend perçe bî
Her yekî bêtir ji milyonek hebî
Ka huriyet , ka 'edalet Ewrupa
Dewleta Madî li kû ye text û pa
Ey civata milletan ey şah û key
Carekê pirsê ji min nakî tu qey
Ev çi Dara ye di nav xakê me de
Ev çi eywane gelo qey Serhede
Welatê kurda tev xêr û bêre
Hemî madene tev zîv û zêre
Lê çibkim îro maye j' xelkê re
Welatê kurdan hemî çîmene
'Egîd û şêr û piling tê hene
Hemî heval û pismamê me ne
Pêşî li dinyê du dewlet hebûn
Yek jê Faris bû , ew em bi xwe bûn
Tirk û Tazî û Ecem tunebûn
Em ne Tazî ne , ne Tirk û Romin
Xwedan paşane , leşker û komin
Îro wêranin