Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Agirê Sînema Amûdê

Ahmet Nami

Öne Çıkan Agirê Sînema Amûdê Gönderileri

Öne Çıkan Agirê Sînema Amûdê kitaplarını, öne çıkan Agirê Sînema Amûdê sözleri ve alıntılarını, öne çıkan Agirê Sînema Amûdê yazarlarını, öne çıkan Agirê Sînema Amûdê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
86 syf.
10/10 puan verdi
Agire Sinema Amude
Mela Ehmedê Namî, vê pirtûkê de behsa bûyera şewata Sînemaya bajarê Amûdê dike ku nêzî 280 zarokên Kurd di wê bûyerê de canê xwe ji dest dane. Nivîskarê ku wê demê de bajar gerîyaye û lêkolîn li ser bûyerê kirîye, bi vê pirtûkê dixwaze bûyerê di bîra civakî ya gelê Kurd de tim zindî bihêle û nehêle tu carî were ji bîr kirin. Lewra civakek; bi bîra hevpar, şadî û êşên hevpar dibe millet. Nivîskar wiha dibêje; "Birano, du tişt bûn ku ez bivênevê kirim ji bo nivîsandina vê reşbelekê: 1- Tiştên ku me di serê pêşberiyê de got: Ditirsim ev serpêhatî jî weke yên demên bûrî winda bibe. 2- Roja dawî piştî şewata sînemê ku çûm Amûdê, li ber şaredariyê xortekî xwenda û dilbirîn pêrgî min bû û rojbaşî da min. Çavên wî ji hêstiran weke du pila sor bûbûn. Ji min re got: "Seyda ma qey wijdan e ev serpêhatiya mezin weke serpêhatiyên demên bûrî bê nivisandin di ser me re bibûre, ma ne şerm û fihêt e?" Tenê ez hinek sekinîm û di bersîva xwe de ming ot: "Da ez binêrim ez benî.". Dema vegeriyam malê, wê şevê ez gelek li gotina wî xortî fikirîm û min xwe bi xwe berpirsyar kir û got: "Eger ez daxwaza vî xortî pêk neyînim bê guman ez gunehkar im, çiqas li gorî min barekî giran e jî. Dawî min xwest ku çend rûpelan bi vê serpêhatiyê reş bikim. Gerçi wê li cem nezan û dijmina bê nirx be, ji ber ku dilqirêj, bextreş, çikûs û şîrheram ji cihanê kêm nabin..."
Agirê Sînema Amûdê
Agirê Sînema AmûdêAhmet Nami · Jîna Nû · 19876 okunma
Dilo jaro ji xew rabe Ji derdê miletê xemgîn...
Sayfa 31 - Pdf
Reklam
Bi azadî biçûka bidne zanîn Bi şîrê wê xwedîkin rengê dayîn Nejîn hûn bo mirin, bimrinji bo jîn Bi azadî bijîn her tim kurê min
Yadê. . . Yabo. . . Hewar e. . .Ez şewitîm, ez peritîm. “Xwediyê talanê dengê hawarê nake.”
Sayfa 31 - Pdf
Azadî her tim şêrîn e
Rast e azadî pir şêrîn e "ji lewra ez tim dibêm: Zarokê xwe her tim bi şîrê wê xwedîkin: Bi azadî biçûka bidne zanîn Bi şîrê wê xwedîkin rengê dayîn Nejîn hûn bo mirin, bimrin ji bo jîn Bi azadî bijîn her tim kurê min
Sayfa 22 - Pdf
Ger dê hebûya mejî xudanek Alî keremek letîfû danek Min dê elema kelamê mewzûn Alî bikira li banê gerdûn
Reklam
–Dayê tiştê çû..çû..ji îro pê de min ne êşîne. –Kurê min pêtiya agirê sînemê di can û cegerê min de ye, derdê kezebê derdekî giran e, kezeb bê fedî û fihêt e, gazinan ji min mekin.
Sayfa 49 - Pdf
Lê em çi bikin ji xelkê re qenciyên me her û her winda ne!..
Sayfa 19 - Pdf
Seydayê Xanî
Sa^i tû j'i bo Xwedê kerem ke Yek cureyê mey di camê cem ke Da cam bi mey cihan nima bit Herçî me iradeye xuya bit
Te mekteb vekir, lê zarokên me yên xwendinê jî tune ne! " Seyda lê vedigerîne û dibêje: "Zarokên kurdan hemû yên min in..."
Sayfa 8 - PDF
56 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.