"Em bi milyonan bûn. me dikarîbû çiyayên bilind bihejandana, me dikarîbû bi mîza xwe lehî rakira, lê, em bê hiş bûn, me xwe li tixûbên nenas, li çareserkirinên erzan girtibû.
"Goristan herroj firehtir û pirtir dibûn. Herroj em bêtir winda dibûn. Me kincên biyaniyan li xwe dikirin, em bi zimanên wan diaxivîn û me ji mêj ve dest pê kiribû me serê xwe bi xerafat û xuyên wan bilind dikir."