Antolojiya Dengbejan-1 İletileri
Antolojiya Dengbejan-1 iletilerini, Antolojiya Dengbejan-1 okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.Dilber te çavreşê çavê reş bela ne
Dilber te çavreşê çavê reş bela ne
zerî te çavreşê çavê reş bela ne
ezê bi xulama wan çav û burya
kilê subhanê bi zêra ji çavê reş û belek ra tim derman e
gelek camêra sebebê bejna zirav, çavê reş û belek
îro bi destê jinê xwe girtin ji mal derxistin ji xwe berdane
...
Dengbêj Reso
Antolojiya Dengbejan-1 Asyayê - Şerê Li Hewşa Emir Tûman
...
Ferzende bi sê denga bang dikir Besrayê rebenê
agirê kulê li mala bavê ketê
eva ne şerê Hesenan e
ne şerê Cibiran e
ne şerê heft bavê eşîran e
va şerê kafirê Emir Tûman e
ladînê bêdînê û bêîman e
suûda mi naşixule
ez bi du gulê tomatîka vî kafirî birîndar im milê mi ranabe
li ber çavê mi welgerandine cinazê Silêmanê Ehmed, Keremê Qolaxasî
...
Dengbêj Reso
Antolojiya Dengbejan-1 Bozanê Lawê Pîrê
Lo lo Bozanê lawê Pîrê ye
ezê çi bikim şevê li çiyê royê li deştê ye
serê sibê Bozanê lawê Pîrê derketî serê çiyê
bala xwe dayê li hêşyê
di nava êlê û ebrê bû qêrîna defê û dawetê ye
rabû lingê xwe kiribû rikêfê
berê xwe dabû nava êlê û ebrê ye
bala xwe dayê govendeke digere zerîkî ketî serê sergovendê
pêjgirekî herîrî di desta da tê û diçe
sêsid û şêst û şeş dil diketin bejnê ye
Xweda Rebiyo mewûja reş bixwe li kêderê ye dixuyê ye
delal delal delal tu berxa min î can î can
...
Dengbêj Reso
Antolojiya Dengbejan-1 Gorî gorî
Gorî gorî gorî gorî gorî...
gidî îro gede lawikê mi siwarê canîka stu bi morî
mala lawik li taxa jorî
ax gorî gorî gorî ez goriya te me
Gorî digo ez bi qurban îro ez gulîbira Xwedê ji teyra teyr tawis im
ez rebena Xwedê li zozanê Madragê bi şevê diçerim bi royê gidî dimelisim
çi bikim xelkê welatê Serhede me, ez rebenê Xwedê hêsîr û dîlê dest Ûris im
wî gorî gorî goriya te me
Gorî delal ez bi qurban çi konekî reş î ha li gir e gelî malî gundîno vê sibê ba tê ji baranê gurrtir e
eger hûnê suwala kawa mina kubar dikin
ezê bi xulama bejna zirav im, gidi lêv ji xizêmê zertir e
wî gorî gorî goriya te me
Dengbêj Reso
Antolojiya Dengbejan-1