ji eşqa dilê rezil qêmiş nakim hayê ax lo nadim piştê hewů rebeno gidi,
hewů zalime gili gazin û loma ji mi neke mi sond xwari
sed xençerê li min xin ezê ranabim ji kêlekê hû wî lo ji tenisté bê xezal hayê hê hê hê hê yî ye bi,
gidino xezala mi xeyîdiye hûy ax lo bi mi ra naye sebrê gili gazin û loma ji mi nekin çavê xezala mi li revê bû, dilê xezala mi li seknê bû tu bala xwe bidê him diçêre Rebiyo lo him dikaye