Av û Berf

Cihan Roj

Av û Berf Gönderileri

Av û Berf kitaplarını, Av û Berf sözleri ve alıntılarını, Av û Berf yazarlarını, Av û Berf yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
HELEBÇE
ne hewr bûn dibêjin diranên marên korbûne jahr mirin, ma wexta kêfa te bû te kêf dikir! tu hê jî li destên bi hine digerî, li dilên piçûk, li jinên bi tîna mirazan distewin... ew kî bû rahiştibû temeziya ji jarê bi govenda meytên sar şadibû! kî bi diranan hêlkana ‘Miriyên Adarê’ dihejand! û jar vedirişiya, maçên zarokan di axa sar de veşart!.. 17.03.2001 Piştî hêsrên Berzan...
TE DIGOT
Te digot ez deng im. Ka sewta te? Te digot ez dil im. Ka kilam û helbestên te? Te digot ez yar im. Ka bextê te? Te digot ez jan im. Ka, ka kenê te ! Te digot ez silav im. Ka, ka qasidê te ?
Reklam
TU Û HELBEST
ji rengê porê te xeyalên min hene ba lê dixe li pelên ketî yên zerik naxwazim ji dest û pê de bikevim lê haya min ji gavên min tuneye beden bi min giran bûye dengê dilê xwe dibihîzim li te vedigerim tu, ya ku dûr li ber çavên min, helbest dadipale ji hinarikên te tu ne li vir bî jî helbest li vir e tu werî jî êdî zor e helbest biçe wê helbest jî nikaribe dest ji te bike
ÇÎRÇÎROK IN
çîrçîrokan em mezin kirin, hûn ê bêjin; siya hîvê bêdengiya tariyê… min di çîrçîrokan de tahmijand, hûn ê bêjin; negihaştina evîndaran qama lehengan ax, piştî çîrçîrokan, em ê bêjin; helbest nayên nivîsîn… yên ku nabêjin, eşq tarîti ye bêhn dide eşq nêzî gulê dûrî tarîyê ye, ew in qelemdarên bê kaxiz…
ÇÎROKA HEZKIRINÊ
xeyalên min têra hevokekê nakin peyvek kêm dimîne kîteyek ê peroşên min gemarî bike henaseyek kin deqîqeyek gelek dirêj çêjek ê bênav bimîne kenek bê pênase yek-bênefes yek-bêxeyal yek-bêzeman yek-bêyî pênase helbestek e serhevde; a ku kevn dibe lê kartî nabe, çîroka hezkirinan a ku di peroşan de maye…
PIRSÊN QIRÊJ JI AVÊ DIKIM
ji avê re bêjin pirsên ku bête kirin êdî neman pirsên ku li ser rê li benda qirêjbûnê ne… ev tirsek e heya ku av karibe paqij bike; ê ew pirs ji ba, ji axê, ji hewayê bête kirin, her roj! ji avê re hûn bêjin pirsên avê hene pirsên paqij ku dixwazin gemarî bibin ev jî tirsek e bêyî pirsan, dixwazim ber bi avê ve biçim
Reklam
Geri133
337 öğeden 331 ile 337 arasındakiler gösteriliyor.