"Kurdomanî, ew nexweşiya psîkolojîk e ku gava ev dewlet navê kurdan û azadiya wan dibihîze xwe winda dike, dîn dibe, vedilize û êrîşkar dibe. Le dewletê bi xwe, kesayeta xwe xera kir û karaktera xwe têk bir. Ji ber ku wê ji rastiyeke wisa hez nedikir xwe xapand û derew li xwe kir; bi dehan sal bi vî awayî xwe qanih kir; lê jiyana reel û, derew û xapandinên wê li hev nedihatin, ji ber ku wê digot Kurd tune ne, Kurd tune nedibûn."