Ya Rebbî, îmana serê me ji hev nebe, gava em yek pêşketî û serkeftî be bila yên din biqasî dê û bavekî pê serbilind bin. Ya Rebbî, hesûdiya ku dilê me ji ber bûye wek heba nîskê, ji dilê me derxe, bêbextiya ku serê gelek qîz û lawê bavan xwariye bike sergîna ku zivistanî di sobeya me de dişewite; xayintiyê bike hestiyê kûçikê ber deriyê me...