-Tu tirkî dizanî?
-Ew çî ye.
-Ziman e.
-Çawa kî ye?
-Te qet cendirme nedîtine?
-Belê.
-Mîna zimanê wan e.
-Na,ez wî zimanî nizanim.
-Wê çaxê tu nikarî li xanê bipirsî.
-Çima?
-Dewletê yasax kiriye.
Dema ba li ser bêdara meriv neyê,meriv nikare suwe jî li ba bike... Dema Xwedê bayê meriv bîne,meriv dikare zebeşan jî li ba bike...
Derd û kulên me ketine ser hev ,her yek kul û belak... Her yek hezar axîn û sed keser in...
- Oxweyş. Oxweyeş ,dilê min hênik kirin. Wî xirpoyî xelk pat,kot,qaşil kir gidî. Teres. Tu zulmê li xelkê dikî? Xelk wisa derpîyên jina te dibe ha... Kero. Tu rojê sed kesî tazî dikî. Heyfa çend salan ji te hat standin... Qebrax. Baş kirine.