Çi tê serê Kurdan, ji neyêkitî û xayîniya Kurdên bêrûmet tê. Ku Kurd bibana yek mist, xayîntî di nav Kurdan de çênebûba, ma we kijan hêzê bi karîbana tede û hovîtiyê li me Kurdan bike, wekî pêşiyên me jî gotinê; "Ne ji kurmê darê ba ziyan ne dihate darê û dar ne diriziya" ya ku tê serê me jî ev e. Ê ku koka me dirizîne kurmê di nava me de ye, xayîn û bext reşên di nav me de ne.