Ey pîvana bedewîyê! Ey ferîşteya bêdewîyê! Dilxasa min! Kulîlka her çar perçeyê cîhana min! Rû, bi hîva min î ! Roj û şev û stêrka min ! Ev dinya te ji min texsîr dike,te ji min vediqetîne,vedize ji min. Ka bibêje tu nebî ,ez ê çi bikim bi navê di civatan de hildibe? Ku tu nebî ,ez ê çibikim her çar perçeyê bihuşta baqî di bin emrê min de be? Ez ê çi bikim ji bêhna lalan,asmînan û beybûnan,ku bêhna te nebe? Ey xwedavenda ezmanê dilê min! Ku tu nebî ,ez ê çibikim bi vê bejn û balê ,bi vê ciwanîyê.
Divê carina mirov li hin tiştan nepirse.Belkî çêtir be. Hîn tişt gava nixumandî dimînin, baştir in. Ji birîna dil dizanîbû , çi qas tev bide wê ew qas xwînî bibe û dizanîbû ku ger ev dil be,ray ne lê dibe û ne jî hew...
Kurê Mîrê Xeyalî ,di dilê xwe de wiha derbas kir ; ger sê roj temenê min mabe bila ew her sê roj jî bi te re be..
Keçikê ji dilê xort bihîst û bişirî.
"Nê sê roj ,şêst sal tu yê bi min re bî."
"Dilê min ji camê ye ,heft derz tê de ne. Gava dilê min dihêle,di her carê de derzek lê dikeve."
Keçik heyirî ma ,ji dil hiştinê pir çi dibe li vê dinyaya ha...