Bihuşta Xezalan sözleri ve alıntılarını, Bihuşta Xezalan kitap alıntılarını, Bihuşta Xezalan en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Kurê Mîrê Xeyalî ,di dilê xwe de wiha derbas kir ; ger sê roj temenê min mabe bila ew her sê roj jî bi te re be..
Keçikê ji dilê xort bihîst û bişirî.
"Nê sê roj ,şêst sal tu yê bi min re bî."
"Dilê min ji camê ye ,heft derz tê de ne. Gava dilê min dihêle,di her carê de derzek lê dikeve."
Keçik heyirî ma ,ji dil hiştinê pir çi dibe li vê dinyaya ha...
Ey pîvana bedewîyê! Ey ferîşteya bêdewîyê! Dilxasa min! Kulîlka her çar perçeyê cîhana min! Rû, bi hîva min î ! Roj û şev û stêrka min ! Ev dinya te ji min texsîr dike,te ji min vediqetîne,vedize ji min. Ka bibêje tu nebî ,ez ê çi bikim bi navê di civatan de hildibe? Ku tu nebî ,ez ê çibikim her çar perçeyê bihuşta baqî di bin emrê min de be? Ez ê çi bikim ji bêhna lalan,asmînan û beybûnan,ku bêhna te nebe? Ey xwedavenda ezmanê dilê min! Ku tu nebî ,ez ê çibikim bi vê bejn û balê ,bi vê ciwanîyê.
Divê carina mirov li hin tiştan nepirse.Belkî çêtir be. Hîn tişt gava nixumandî dimînin, baştir in. Ji birîna dil dizanîbû , çi qas tev bide wê ew qas xwînî bibe û dizanîbû ku ger ev dil be,ray ne lê dibe û ne jî hew...
Biçin li bin ezmanekî ku roj û şev yek in, li bin ezmanekî ku hemû kes yek in. Kes ji kesî kêm zêde nîn be. Bila kes ne axa be, ne mîr be, ne herema kesî be û ne jî kes ji kesî berpirsiyar be.