Gelejmariya serenavan: Ji ber ko serenav xweserî tiştekî, mirovekî an heywanekî ne, û pê bi tenê ew bi nav dibin, di rastiyê de serenav tu caran nabin gelejmar. Lê bi mecazî û ji bo misalê bi gelejmarî têne gotin.
Herwekî: Ez ji te re melayên Cizîrî, Ehmedên Xanî û Feqiyên Teyran ji kû peyda bikim. Tu di beyabanên bêdar û belg de li Bîngolan digerî.