Bingehên Gramêra Kurdmancî

Celadet Alî Bedirxan
Avesta çapkirina berhemên Bedirxaniyan û bi taybetî ên Celadet alî Bedirxan didomîne. Heta niha berhemên ku hatine çapkirin ev in: - Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij bi tirkî) - De La Question Kurde / Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensî û tirkî) - Were Dotmam (Şiîrên Hawarê) - Kürtçe Gramer (tevî Roger Lescot bi tirkî 3 çap yek jê taybet) - Edirne Sukûtunun İç Yüzü (tevî Kamiran Bedirxan bi osmanî) - Kurd û Welatê Wan Kurdistan - Hevind (şano) - Ferheng (Kurdî-Kurdî 2 çap yek jê taybet) - Kürt Sorunu Kökeni ve Nedenleri / Blêç Şêrko - Dotmam / Rewşen Bedirxan - Elifbêya Min / Kamiran Alî Bedirxan - Kulîlkên Ezêb / Kamiran Alî Bedirxan - Conî û Cimêma (werger) - Çarînên Xeyam ( Werger) Û vêga berhemek din li van berheman zêde dibe: - Bingehên Gramêra Kurdmancî. Salih Akin di pêşgotina kitêbê de wiha dinivîse: Ji bo ku zimanek bê parastin divê ew bê nivisandin. Zimanekî niviskî ne tenê çêtir dikare bê hînkirin ew her wiha danîşana netewbûnê ye. Bi tescîl û arşîvkirina ziman bi damezrandina gramerek ji bo zimanekî ku jê bêpar e Bedirxaniyan gihîştin armancên xwe yên ku bi rêya siyasetê nikaribûn bimeşînin. Naveroka gramerê jî ji yên din gelekî cudatir e. Ev gramer yekemîn gramer e ku li gor metodên berhevdana zimanasiyê hatiye avakirin. Qaîde û rêbaz ne tenê li gor devok û axaftina çend kesan hatine tespît kirin lê di çerçoveya çavdêrî lêkolîn û anketan ku li gelek deverên kurmanjîaxêf hatine lidarxistin. Daneyên ku bi van lêkolînan hatine berhevkirin di bin serenavê "navdêr mêjer tewang veqetandek pronav û rengdêr" de tên danasîn.
Author:
Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan
Estimated Reading Time: 2 hrs. 45 min.Page Number: 97Publication Date: 2010Publisher: Avesta Yayınları
ISBN: 9789944382922Country: TürkiyeLanguage: KürtçeFormat: Karton kapak

Comments and Reviews

See All
97 syf.
10/10 puan verdi
Kurd tu car paş ve nemane û namînin jî, nemir Celadet Alî Bedirxan ew pîrozbahiyeke xwedevanda ye ji bo me Kurdan, dîrok, wêje welatê Kurdan wek zarokeke biçûk û nazik bû Celadet destê wê girt û anî roja îro... Em di rêya te de ne...
Bingehên Gramêra Kurdmancî
Bingehên Gramêra KurdmancîCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 20106 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.