Mela rabe, evîna te
Giha ber rendeşa zanîn
We, rê winda û şev tarî
çi Geylanî çi şîrazî
Serî hilde binêr çawa
Gihane jorê ezmana
Me gewher perçe kir îro
Kurmanc hemî axa û beg û mîr û melane
Hikmet eve her dem ku belengaz û gedane
Axa û began destê sitem danîye ser wan
Talanker û diz û keleş û bê ser û pane
Şêxan û melan xişt û def û xayet û Enwar
Wek gurzê giran dane milan , şêrê Xudane
Dûzex wekî mertale , bihuşt herwekî şûre
Kurdan ji kul û derdê evan qîr û emane
Her yek bi hezar rengî dixwin vî milletê dîl
Lê ew bi xwe der bircên belek , xan û serane
Zanane li cem her yekî sed xap û du sed fen
Kurmancê reben hov û dewar , dîl û belane
Ma ez ne ji ber derdê ewan bûme Cegerxwîn
Ev derde li nav kurde wekî jane di cane.