ey siwariyê bi çargavî tê ji biyabanê
birûsk û beledî dipekin ji depa singê wî
bibexşîne gunehê me, kadîna me dagire
stêrkan bireşîne li şevên me yên xalî
Berken Bereh
Nexşe
Xuda yî
ji çiya, robar û esmanî
welatek ava kir
bi navê Kurdistan!
welatek ew çend mezin
welatek ew çend ciwan
warê şêr û mêrxas
xezal û xoşewîstan
li dinyayê bi cih nebû
ti nexşeyan ne eciband
lê dilê min têra wê kir
Berken Bereh