Ti evîn wek evîna welat ne gur û geş e, ti evîn bi ya jî bo welat re, nayê beramberhevkirin. Evîna ji bo welêt evîneke wiha giranbiha ye ku mirov di riya wê de bi kêf û şahî dikare xwe bide kuştin, evîneke wiha hêja ye ku mirov di riya wê da her kes û her tiştê xwe jî winda bike, dîsa dev jê bernade û hîn zêdetir bi vê evînê ve tê girêdan.