Çemê Dîcle bi bar e, barê wî giran e, lê bi ken û kêfxweþî diherike. Ji Mem û Zîna Cizîra Botan re silavên keç û xortên Amedê dibe. Evîndar bi hêviya ko bêgehêjin Mem û Zînê qevdê kulîlkan, nêrgizan, gulên sor û xemrî diavêjin çemê evînê... Û dibêjin her sal di bîst û yekê Adarê de Mem û Zîn divejin û li kolanên Cizîra Botan, li rex çemê Dîcleyê tenê ji yên evîndar re xuya dibin...