Miriyekî gerok im ez êdî
- li tu derê ne qeydkirî
li împaratoriya sedrazam nenasek;
û fizûlî me li bajarên zêrîn
û li welatê şêneşîn
ji zû da ya ez derkenarkirî
û bi tu awayî ne di bîra kesî da
tenê ba û dem û deng bi min ra
û nikarim bijîm di nav mirovan
ez bi zimanê xwe
bi siya ewrên li dora xwe
ku mal e ji bo min
digerim di nav zimanên din
Ax çiqas şevreş dibin degê
dilopên baranê yên tarî
tenê hinek dibarin ji wan
Ew diwelidînin mirîyan ber bi asîmanên vekirî