Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî

Abdullah İncekan
Hîcret Dixwazim li hemam û meyxaneyan te yad bikim, Hafizê pîroz, Gava radike yar wê xêliya serçavan dihejîne zulfên emberî û keziyan Belê, pisepisa evînî ya şaîran horiyan jî derdixe ji rêyan. Goethe
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Şair Evîn wek dijminê min e! Dixwazim îtîraf bikim ku distrêm bi dilê xemgîn. Mêze ke carekê li mûman bi ronîkirinê xwe dixwin. Êşa evînê li cîkî digeriya, Yekî perîşan û gelek tenha; Dît wê dilê min ê xemgîn û di valahiyê da çêkir hêlîn. Johann Wolfgang von Goethe (1749-1832)
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Reklam
Sirgûn Miriyekî gerok im ez îdî -li tu derê ne qeydkirî li împaratoriya sedrazam nenasek; û fizûlî me li bajarên zêrîn û li welatê şêneşîn
Pênc tişt Dernayê tu tişt ji van pêncan Guh bide tu van şîretan: Ji sînga qurre nawelide dostî; Hevalê xirabiyê ye bênezaketî; Xêrnexwaz nabin mezin tucarî; Gunehê çavnebara nayê bi feqîra; Pûç e hêviya derewkar bi bawerî û sedaqet'; Bigre bi van; bira neşêlîne tu kes te ji wan. Goethe (1749-1832) Hinekî zêdetir ronahî...
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Ji dunyayê çawa çûne Ji dunyayê çawa çûne evîn û sedaqet û bawerî, û wiha biha qehwe, û wiha kêm pere! - - - Namînin lîstikên zaroktiyê û namîne tiştek - pere û dunya û dem, û bawerî û evîn û sedaqet. Heinrich Heine
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Cesaret û Zanîn Helbestkarî cur'et e, Bila kes lomeyan neke li min! Wek min azad û bextewar, Û xeşîm bin hem xwîn ar. Ku her dem dikşînim êşê, Tahl be jî bi min, Dîsa jî ezê ji we Dilnizimtir bim tim. ... Johan Wolfgang von Goethe
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Reklam
Fikra azad Bihêlin siwarê hespê xwe bim! Bimînin hûn li kon û koşkê xwe! Û diajom bextewar ber bi biyaniyê, Li ser kumê min stêrk tikûtenê. Wî peyda kir ji bo we stêrk Da bibînin hûn av û rêç, Li jor mêze kin hûn bê sekan, Bo ku bigrin zewq û sefa. Goethe
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Dostî Dostî, evîn, teberuka weliya, Bihîst min pesnê van hersêya, Min jî pesin da û geriyam li wan Heyhat! Qet rast nehatim li wan. Heinrich Heine (1797-1856) Ji min tiştek derneket; tiştek ji şairtiyê zêdetir.
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Bi xatirê te Dergûşa bedew a êşên min, Mezelê bedew ê aramiya min, Bajarê bedew! Divê ji hev biqetin em- Bi xatirê te! diqîrim ji kûrahiya dil. Bi xatirê te, şêmûga pîroz, Ku delalîka min bû li wir dilsoz, Bi xatirê te, ciyê pîroz, Ku li xwe werqilîm li wir ez. Şehnişîna dilan ya bedew, Nedîta min tu qet ti dem, Tucarî nedimam ez Wiha bêhêz û bêdeng. Heinrich Heine
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Mîna kulîlkekê yî tu Mîna kulîlkekê yî tu Wisa sadiq û bedew û pak, li te mêze dikim ez, teng dibe dil li min. Bi min wisa tê divê ez destê xwe di serê te bidim bi dua ji Xwedê ku bihêle te wisa pak û bedew û sadiq. Heinrich Heine
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
Deriyê Dil - Guldesteyek Ji Şiîra Almanî
100 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.