Eva Xilas ew pirtûka ku min qet nedixwest biqedînim û ji ber vê jî bawerim ezê her û her vê bixwînim.
Ev pirtûk pirtûka derdê dilê min û welatê min e.
Dermanê Seyda Bedîûzzeman Seîdê Kurdî (seydayê min ê her û her dilê min de ye..) ji her alîve derman e.. û ew kesên dibêjin em sîyasetmedar in yan Ciwaknasin hemu kesan dizanin bixwînin lê seydayê Welatê xwe (yekê wulo jêhatî) nezanin ne xwînin û xwendina pirtûkên wî rexne bikin qet pêş naçin yê her û her paşde bimînin.
Em Kurdin û yê dermanê me dizane ewe ku
yê nava me de dijî
yê derdê me derdê xwe bizane
yê şev û roj gerandina dermana bifikirie
yê her gav hêvî û xweşîyê dixe dilê me
yê ku wek me û li pey me rê, li gel mere here
yê ku gotinên pêşîyan şîretên pêşîyan jî kom bike û li pey komkirina wan gotin û şîretan ji me re biqîre û me ricifîne û bêje ey "Gelên Kurda"" û her û her dengê xwe bilind bike û me hişyar bike.
Ez kêfxweş im ku min evana pirtûka Seydayek wulo zîrek jêhatî Kurdî xwen...
Her bijî Xwendin
Her bijî Desthevgirtin
Her bijî Welat
û weke wesîyeta seyda jî gotî
Xwendin Xwendin Xwendin
Desthevgirtin Desthevgirtin Desthevgirtin
Û SERKEFTİN