En Eski Destana Kawa Û Azhî Dehaq Sözleri ve Alıntıları
En Eski Destana Kawa Û Azhî Dehaq sözleri ve alıntılarını, en eski Destana Kawa Û Azhî Dehaq kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
êşek ket serî, hiş pê ve nema
dehaqê mezin ket behra xema
roj giha mehê, êş giran dibû
xur lê peyda bû avêt laş li dû
soxî; porî qer weşiya ji binî
elemê girt laş.. û bîhna genî.!
her herikiye li van newalan
li qada çarçira li tax û malan
du hezar sal e me da neqedya
û em î Kurd man, û ax jî medya
çar parçe be jî; mêtingeh be jî
gorna me bû vir, û jîna me jî..
bang kir aldar, got “ hilde jorê”
hevalno werin, bicivin li dorê
xweş bihejîne li ser serê me
kesk û sor û zer ala dema me!
alê tu hebî, tu bi senem bî
li ser vê xakê ahd û qesem bî
û hilkişiya ser text!