Destana Kawa Û Azhî Dehaq sözleri ve alıntılarını, Destana Kawa Û Azhî Dehaq kitap alıntılarını, Destana Kawa Û Azhî Dehaq en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
bi darê zorê, b' zilm û zordarî
diya girêdan l' seran reşçarî
şîn diherikî j' çavên zerikî
li zilaman dabû gwînê pîrekî
heyhat û axîn, di nav şînê de
jîn tevizîbû di nav xwînê de!
(Dehaq) ji Kawa re d’got:” ketim bextê te
min zilm kiriye l’te û qewmê te !”
Kawa got:”bext me neda bi text
te zilm dikir û te şer dixwest !
Îro nikarim bibexşînim te
binpê dibe text l’tevî taca te !
got, ya Yezdan ; şûr avêt stû
taca zêrînî di xwînê dabû ?
Her herikiye li van newalan
Li qada çarçira li taç û malan
Du hezar sal e me da neqedya
Û em î kurd man, û ax jî medya
Çar parçe be jî, mêtingeh be jî
Gorna me bû vir, û jîna me jî...
Sêhrbazê sêhrdaran ,yekî dev-kilot
dermanê êşê ji wezîr re got:
“Li gorî remlê,va xwîn e derman;
xwîna du kurdên naşî û ciwan!
Sihar û êvarî wê xwîna wan
nexweş dê vexwe heya neh mehan ! “