Destana Kawa Û Azhî Dehaq sözleri ve alıntılarını, Destana Kawa Û Azhî Dehaq kitap alıntılarını, Destana Kawa Û Azhî Dehaq en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Her herikiye li van newalan
Li qada çarçira li taç û malan
Du hezar sal e me da neqedya
Û em î kurd man, û ax jî medya
Çar parçe be jî, mêtingeh be jî
Gorna me bû vir, û jîna me jî...
Sêhrbazê sêhrdaran ,yekî dev-kilot
dermanê êşê ji wezîr re got:
“Li gorî remlê,va xwîn e derman;
xwîna du kurdên naşî û ciwan!
Sihar û êvarî wê xwîna wan
nexweş dê vexwe heya neh mehan ! “
Bang kir aldar; got "Hilde roje, Hevalno werin, bicivin li dore!
Xweş bihejine li, ser serê me
Kesk û sor û zer ala dema me!
Alê tu hebi, tu bi senem bi
Li ser vê xakê ahd û qwsem bî"
Her herikeye li van newalan
Li Qada Çarçira li tax û malan
Du hezar sal e me da neqedya
û em Kurd man, û ax ji Medya
Çar parçe be ji, mêtingeh be ji
Gorna me bû vir, û jîna me jî...
Kî ye yê nemir, kî ye tacîdar?
Ji gelan pê ve kî ma hikumdar?
Ew artêşên bi xişrên hesinî?
Li kîjan palê mane sekinî?
Şûrkêş û rimdar ka Îskender bû?
Sargon ma neçû, Cengiz neda dû...?