By Number of Pages Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan Quotes
You can find By Number Of Pages Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan quotes, by number of pages Di folklora kurdî de serdestiyeke jinan book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Ji nav gotinên pêşîya dema mirov motîvên zihniyetên jinparêz(pro-jin) hildiçîne, gotina ku bala mirov zêdetir dikşîne ser xwe, bêguman gotina "jin kaniya jiyanê" ye.Gelo civata kurd çawa xwe gîhandiye vê baweriyê? Ji bo peydabûna nifşên nû û berdewambûna mirovatiyê, bi anîna zarokan, jin wek faktoreke berhemdar(produktîv), adan û fêkîdar hatiye hesibîn.Bi anîna zarokan, jin bûne bereketê, wan tam-lezeteke nû daye jiyanê.Wan mirovatî ji windabûnê xelas kirine, anîne vê rojê.
Di nav stranên keçika de her wisa ji mijara sîng û ber, memik cihekî fireh û berbiçav digre. Memikên jinan bi dirêjahiya sedsalan bi her awayî bala mirovan û mirovahiyê kişandiye. Çawa tê gotin, "Jinan her çiqas hewl daye, cedandiye wekî memikên xwe veşêrin, lê belê mêran disa ew ditine." Mêran ev bedena jinan gelek caran di xewn, xewneroj û di fantaziyên xwe de keşf kirine. Wisa tişt hatine gotin û nivisin ku vê yekê her wisa ji bala lêkoleran kişandiye. Di dawiyê de "Diroka Memikan" jî hatiye nivisin.